Lînkên eksesibilîtî

Rice seredana Iraqê diket


Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice dibêjit operasyona nu ya parastinê li Bexda dest pêkeka baş heye.

Wezîra derve roja şembî li seredaneka ji nişkîve gehişte Bexda.

Peyvdarekê hikumeta Amerîkî got Rice li Green Zone digel Karbidestêt Iraqî kom dibît berî biçîte Urşelîmê.

Karbidestêt leşkirê Amerîkî dibêjin operasyona parastinê jimara hêrişêt xirapkara li paytextê bi şêweyekê berçav kêm kirye.

Li bakora Iraqê û li bajêrê Kerkukê, du otombîl li bazareka wî bajêrî peqîn û bi kêmî neh kes hatin kuştin û 60 kesêt dî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG