Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du bombe di trêneke navbera Hindistan û Pakistanê de peqîyan


Bi peqîna du bomba di nav şemendeferekê da ku ji bakûra Hindistanê berev Pakistanê diçû bikêmîve 66 kes hatîne kuştin û 50 brîndar bûne.

Neferêt sax mayneve dibêjin herdu peqîna du vagonên şemendeferê helweşandin şeva yekşembî. Du çantêt ku bombe têdabûn li wêrê hatine dîtin.

Karbidest dibêjin ew kesêt hatine kuştin û brîndar kirin dinav asinêt pencera da asê bûbûn demê ew vagonêt şemendeferê disotin û agir pêve bû.

Kuştî û brîndar ji xelkê Hindistanê û Pakistanê herduwa bûn, her çende piranîya neferan Pakistanî bûn.

Wezîrê Navxwe yê Hindistanê Şîv Rac Batîl evro got armanca vê kiryarê bo têkdana kiryara aştîyê ye di navbera Hindistanê û Pakistanê de.

Serokwezîrê Hindistanê Manmuhan Singh turebûn û xema xwe dîyar kir û soz da ku ewêt berpirsyar beramberî hêrîşê bînite ber adaletê.

Serokê Pakistanê General Pervez Muşerref got ew hêrîş bizavêt aşîtîyê digel Hindistanê têk nadin.

XS
SM
MD
LG