Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka evro roja bîranîna serokan e


Evro serok Bushî rêz û rûmet li yekemîn serokê Amerîkî George Washington girt bi helkeftina salvegera 275 ya peydabûna serok George Washington.

Serok Bush evro li mala George Washington, li devera Mount Vernon, li wîlayeta Virginia axift. Serokî got George Washington qehremanê azadîyê bû û navdarekî serekî yê xebata kolonîyêt Amerîkî bû, berev bi serxwebûnê ji Brîtanya. Rêzdar Bushî got Amerîka ya berdewam e bersîngê zorkarîya terorê digrît.

Bi milyonan Amerîkî evro kar naken û roja bêhnvedanê ye bi helkeftina roja serokî. Di vê mehê da du ji navdartirîn serokêt Amerîkî peyda bûne; ew jî, Gorge Washington li sala 1732ê û Abraham Lincoln li sala 1809ê.

Bo yekemîn car li sala 1885ê ev roje bi resmî hate dîyar kirin bo rêzgiritinê li serok Washington, ew yekemîn serokê Amerîka bû.

XS
SM
MD
LG