Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê çar teyrên tawus ji ber Înfluenza Balindeyan mirar bûn


Li paytexta Pakistanê, li Îslamabadê bikêmîve çar teyrên tawus û qazek ji ber vîrusa H5N1 ya nexweşîya Înfluenza Balindeyan mirar bûne.

Karbidestên Wezareta Çinîn û Xwarinê dibêjin encamên test û ceribandinê nîşan didin ku vîrusa H5N1 bi wan teyran re hebûye û teyr û tewalên ku ev nexweşî bi wan ketîye têne kuştin.

Karbidestan baxçeyê heywan û lawiran ya bi navê Marghzar ku ev nexweşîn lê peyda bûye girtîye. Eve cara çara ye ku li Pakistanê ev nexweşîna dibe sebebê mirinê dertê holê. Belê li wir heta niha ji merivan kes bi vê nexweşînê hêj nemirîye.

XS
SM
MD
LG