Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehek biryar da ku girtîyên Guantanamo nikarin gazindeyan biken


Dadgeheke Pêdaçûnê li Washingtona paytext biryar da ku girtîyên li bingehê Amerîka li Guantanamo, li Kubayê nikarin li dijî girtîtîya xwe li dadgehên Amerîkî gazindeyan biken.

Ew biryara bi dengên du dadyaran li dijî dengê yê sêyê, pişka Qanûna li dijî Terorîzmê ya Amerîka piştrast diket ku serok Bushî mor kiribû û girtîyên Guantanamo ji mafên glîya li dadgehên Amerîkî bê par diket.

Dadyar Raymond Randalfî got dadgehên Federalî li ser wan dozên li dijî wan girtîyên Kubayê çi desthilat nîne.

Dadgehê gotina berevankarên wan girtîyan red kir ku Qanûna li dijî Terorîzmê bi awayekî ne destûrî, mafên girtîyan jê distînît ku ne şên daxwaza pêdaçûnê biken.

Piştî ku Dadgeha Bilind ya Amerîka sîstema dadgehên leşkerî ya ku serok Bushî paş êrîşên 11ê Îlona 2001ê red kirî, serokî meha 10 ya par bi qanûneke nû desthilatê ji Kongresê wergirtibû.

XS
SM
MD
LG