Lînkên eksesibilîtî

Blair dibêje wê 1600 serbazên Brîtanî xwe ji Iraqê vekêşin


Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair ragihand li çend heyvêt bên dê 1600 serbazêt Brîtanî ji Iraqê vekêşin.

Serokwezîrê Brîtanî ku bo parlamanî diaxift herwesa got hindek ji hêzêt Brîtanî heta sala 2008 li Iraqê dimînin.

Blairî biryara kêmkirina jimara serbazên Brîtanî li Basra ya başûra Iraqê li Civata Jêrîn ya Parlamentoya Brîtanyayê ragihand.

Serokwezîr Blairî got jimara serbazên wan yên ku li demê şerrî 40 hezar, berî du salan 9 hezar bûn û niha 7 hezar û sed e, dê bi kêmkirina vê carê bikevîte nêzîkî 5 hezar û pênsedan.

Serokwezîr Blairi got piranîya serbazên wan yên mayî dê li balafirgeha Basrayê bêne danan û xebata wan dê her pêtir bibîte xebata piştevanîyê. Lê Blairî bi riştî got ew serbaz dê ji bo şerrî amade bin.

Serokwezîrî got ew dikarin serbazên xwe vekêşin jiber ku hêzên Iraqî jibo wergirtina berpirsyarîya parastinê pêtir amade dibin.

Tony Blairî got hêzên Brîtanî dê heta sala 2008î li Iraqê bimînin, bi gotina wî "hindî ku pêwîstî bi wan hebît û hindî ku karek ji wan re hebît."


XS
SM
MD
LG