Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Amerîkî li Iraqê bikêmîve 12 xirabkar kuştine


Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît hêzêt Amerîkî bikêmîve 12 xirabkar kuştîne di şerrekî şeş saetî da li bajêrê Ramadî.

Peyivdarê Hêzêt Marîn Shawn Mercer dibêjît wî şerrî roja çarşembî destpêkir demê hindek çekdaran hêrîş kirîye ser hêzêt Amerîkî li rojhilata Ramadî. Ew bajêr li parêzgeha Ambar e, nêzîkî 100 kîlometre li rojava Bexda ye û cihekî xurtî xirabkarên Sinnî ye.

Mercer got kesên medenî birîndar nebûye lê karbidestên Iraqî dibêjin bikêmîve 26 kes hatîne kuştin; hindek ji wan jin û zarok in.

Li cihên dî li Iraqê, Hêzêt Hevalbenda sê terorîst kuştin û 11 girtin di hêrîşêt xwe da li bakûra Bexda.

Belavnameka leşkerî got ew hêrîş nêzîkî Tacî û Samarra hatine kirin û armanca wan terorîstêt El Qaîde û şerkerêt bîyanî bûn li Iraqê.


XS
SM
MD
LG