Lînkên eksesibilîtî

IAEA dibêjît Îran zaxkirina uranyumê nerawestandîye


Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî (IAEA) dibêjît Îranê zaxkirina uranyumî nerawestandîye, herwek ku Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî daxwaz kiribû.

Ajansa Atomî ya Navnetewî evro raporta xwe dav Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ku dê rêk vebît bo îhtîmala danana pitir tola dijî Îranê.

Bi alîyekî dî ve Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêjît welatêt hêzdar li cîhanê hevbîr in ku Îranê neçar biken, vegerêtev ser danûstandinan li ser bernameya wê ya navokî û ragirtina zaxkirina uranyumî.

Xanim Rice ev têbînîye li Berlinê dan piştî kombûnekê digel hevberêt xwe yêt Ewropî û Rûsî û got hemî alî micid in ku hemî rêkan bikar bînin û Civata Tenahîya Nneteweyên Yekgirtî bizavê biken bo gehêştina wê armancê.

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî 60 roj muhlet dabûne Îranê da bernameya xwe ya navokî rawestînit. Îran dibêjît ew ya amade ye danûstandina biket lê dest ji mafêt xwe bernadet bo teknolojîya navokî.

XS
SM
MD
LG