Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameka Îsraîlî dibêjît Surîya hêzên xwe xurt dike


Rojnameka Îsraîlî dibêjît Surya dest bi bizavekê kirîye bo xurtkirina hêzêt xwe yêt çekdar bi harîkarîya Îranê û weye dîyar e ku hêzêt wê pitir nêzîkî tixubê Îsraîlê dibin.

Rojnama Haaretz dibêjît Surya bi hemî alîyan ve hêzêt xwe zêde diket, nexasime muşekêt duravêj da cihê hêza wê ya hewayî bigrin, ku ya bê hêz e.

Raport dibêjin hinartina hêzêt Surî bo Givandêt Golanê her weku hingî ye berî hêrîşa Surî li roja Yomkîpur li sala 1973 destpêkirî.

Hêjta Îsraîl û Surya ji alîyê resmî ve di şerrî de ne, her çende eve bi dehan salan e ku çi zêdegavî di navbera herdu welatan de nehatîne kirin.



XS
SM
MD
LG