Lînkên eksesibilîtî

Li sê peqîna pênc kes li Iraqê hatin kuştin


Karbidest li Iraqê dibêjin li çend peqîneka li Bexda bi kêmî pênc kes hatin kuştin û 20 kesêt dî birîndar bun.

Li peqîna otombîlek û peqîna bombekê li nav besekê çend kesek li navenda Bexda hatin kuştin.

Bombeka dî nizîkî karwanekê polîsî peqî û kesekê sivil hat kuştin.

Li bajêrêt Necef, Besre û Kerbela xwepîşandan hatin saz kirn li dijî girtina kurê mezinê Ebdul Ezîz El-Hekîm ku yeke ji rêberêt bi hêzêt Şî’a.

Ammar El-Hekîm roja eynî li xaleka vekolînê hat girtin piştî li seredanekê bu Iranê vegeryav Iraqê. Her roja eynî El-Hekîm hat azad kirn. Karbidestêt Amerîkî daxa lêbûrînê kir.

XS
SM
MD
LG