Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO radigihîne ku cara yekem li Laosê merivek bi Înfluenzeya Balindeyan ketîye


Rêkxistina Saxlemîyê ya Cîhanî (WHO) radigihîne ku cara yekem li Laosê merivek bi nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan ketîye.

Karbidestên Laosî û yên WHO roja sêşemê bihevre daxuyanîyekê dan û gotin keçeke 15 salî ku di destpêka vê mehê de gelek nexweş ketîye bi vîrusa wê nexweşîyê ketîye.

Karbidest dibêjin pêşî keçik li nexweşxaneyeke li Vientiane bûye û piştra jî ew birine Thailandê û li wir rewşa wê baştir bûye.

Karbidestên WHO hêj pişterast nekirine ka gelo ev vîrus vîrusa H5N1 ya Înfluenzeya Balindeyan ya ku pê meriv dimre ye an jî yeke din e. Nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan berî vê bi du heftîyan li gundê wê keçikê ku li nêzî paytextê ye, di nav teyr û tewalên di koxan de bûne dest pêkirîye.

Nexweşî cara yekem li Laos li sala 2004 an destpêkirîye. Ji sala 2003 heta niha li seranserê cîhanê 170 meriv ku piranîya wan li Asyayê ye ji ber vê nexweşîyê mirine.

XS
SM
MD
LG