Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dê li Iraqê konferanseka cîhanî bê kirin


Iraqê ragihand li 10ê heyva sê-Adarê, konferansa destpêkê ya welatêt hêzdar li cîhanê û li herêmê, li Bexda dê ête kirin bo danûstendina li ser rêkên tenahî kirina destûdarêt Iraqê.

Hikumeta Iraqê evro got ya welatêt hevtixub û endamêt herdem li Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî mêvan dikete wê kombûnê. Amerîka û Surya gotîye li kombûnê dê pişikdarîyê ken û Îran hêjta ya hizra xwe diket.

Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice got hîvîdar e Îran û Surya vê kombûnê bi derfet wergirin da têkelîyêt xwe digel Iraqê baştir lê biken û bi aştî û tenahîya herêmê bizavê biken.

Amerîka Surya xetabar kirîye ku ya rêkê didete şerkerêt bîyanî ji tixubê wê derbazî Iraqê biben û got xirabkaran çekên ku li Îranê hatibûne çêkirin li hêrîşêt xwo li dijî hêzêt Amerîkî li Iraqê bikar înayne.

Hem Îran hem Surya wan îddîayan mandel û haşa diken.

Seraya Sipî evro got pişikdarîya Amerîka di kombûnê da, rêbaza wê li beramberî Îranê û Surya naguhorît.

Peyivdarê Seraya Sipî Tony Snow got Amerîka ne ji alîyê dîplomasîyê ve pênasînê bi Îranê diket û ne digel Îranê danûstandina diket.

XS
SM
MD
LG