Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Bi Girtina Me Xwestin Kurdan Bêdeng Bikin


Ahmet Turk ligel nûçegîhana me xecîcan Farqîn û çend rojnamevanên din
Ahmet Turk ligel nûçegîhana me xecîcan Farqîn û çend rojnamevanên din

Sîyasetvanê Kurd, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk Pêncşema borî hat berdan. Ew ji 21’ê meha Mijdarê vir ve bi îdiaya endamtî û propagandaya terorê girtî bû û bi heman îdiayan postê şaredarîyê jî ji dest hatibû standin.

Girtina Turk di bîragiştî de bû sedema nerazîbûnê hem ji rol û mîsyona wî ya jibo tekoşîna aştî û çareserîyê, hem jî temenê wî yê mezin û rewşa tendirustîya wî.

Turk ji Dengê Amerîka re got ku bi girtina wî û Selahattîn Demirtaş xwestin Kurdan bêdeng bikin û bitirsînin.

“Jiber ku Kurd di Rojhilata Navîn de bûne aktoreke sîyasî, dixwazin pêşî li wan were girtin, lewma sîyasetvanên Kurdan jî devêjin girtîgehan. Ez dixwazim berdana min bibe destpêka berdana sîyasetvanên din, lê di van şertan de tiştek wusa xuya nake.”

Turk bal dikşîne ku girtina sîyasetvanan çareserîya pisrgirêka Kurd kûrtir dike û dibe ku pêşerojê de pirsgirêkên hin mezintir derkevin. Ew dibêje tekane rêya çareserîyê, aştî, demokrasî û dîyalog e.

Di dawîyê de sîyasetvanê dêrîn dîyar dike ku nifşê wan bo dîyalogê derfeteke baş e û ku ew ji ortê rabe, nifşê nû ne yê dîyalogê ne.

***

KHF_2_6_2017_Ahmet_Turk
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:36 0:00

***

Kerem kin vîdyoya hevpeyvîna bi birêz Turk re temaşe bikin:

Daxûyaniya Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk Piştî Serbest Berdanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG