Sîyasetvanê Kurd û hevşaredarê bajarê mezin yê Mêrdînê, Ahmet Turk ku roja Duşemê li mala xwe hatibû binçav kirin, piştî çar rojan hate girtin.
Serdozgerîya Mêrdînê li ser hin gilîyan derbarê Ahmet Turk û hevalên wî de da lêpirsîn da destpê kirin. Îdiaya dozgerîyê ew e ku Ahmet Turk û hevalên wî endamên PKKê ne û derfetên şaredarîyê kirine xizmeta rêxistinê.
Turk 74 salî ye û cara yekê di 1973’an de wek parlamenterê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Ew di sala 1991’an di bin banê Partîya Gelparêz ya Sosyal Demorat (SHP)ê de ketin hilbijartinê û ligel Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik, Orhan Dogan, Mahmut Alinak, Sedat Yurttaş, Selîm Sadak bûn parlamenter.
Turk di 1993’an de ji SHP’ê cuda bûn û li parlamenê gruba xwe bi navê Partîya Demokrasîyê (DEP) ava kirin.
Di 3’ê Adara 1994’an de bi heceta ku endamên rêxistina terorê ne, parlamenterîya wan jidestê wan hat standin. 17'ê Adarê de Turk û hevalên wî hatin girtin. Ew 2 salan li hepsê ma û piştî ku derket jî dest ji sîyasetê berneda.
Turk wek sembola xweşbînî û dildarekî aşitîyê tê nas kirin. Wî dema ku seroktîya Partîya Civata Demokratîk (DTP) jî kiribû, 2011’an de, ligel Serokê Amerîka Barack Obama hevdîtinek jî kiribû.