Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya Rêvebirîya Dengê Amerîka li Ser Rojnamevan Ahmêd Zêbarî


Nûçegîhanê Dengê Amerîka Ahmed Ghafur Hakim (Ahmed Zêbarî) di 4'ê Adarê de, ligel birayê wî ku di heman demê de kameravanê wî bû, dît ku girseyeke mezin ji alîyê hêzên ewlekarî û polîsan ve li nêzîkî Otela Dîwan û Parka Samî Abdulrahman ya li Hewlêrê hatiye dorpêç kirin.

Ahmed ji otomobîla xwe derket û karta xwe ya rojnamevanîya Dengê Amerîka nîşan da hewil da ku nêzîkî wê girseyê bibe.

Lê berî ku xwe bigehîne wê derê, polîsên Kurd ew sekinand û dû re dest danîn ser karta rojnamevanîyê, kamera û telefona. Polîsan piştre Ahmed û birayê wî birin polîsxaneyeke nîzîkî cîhê bûyerê.

Li gor Ahmed, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve ti agahî ji wî re nehate dayîn ku ew çima hatiye desteser kirin, tevî ku wî bi berdewamî ronkirinek dixwest û xwe wek rojnamevanê Dengê Amerîka da nasîn.

Ahmed ragihand ku ew bi qasî 8 demjimêran di navenda binçavkirinê de hate girtin û bû armanca gotinên xirab û di dawîyê de jî hate berdan.

"Ez heyirî me ku rojnamevanekî Dengê Amerîka, ku tenê karê xwe dikir, ji alîyê polîsan ve, bi vî awayî hate êrîş kirin. Tevî bûyerên wiha yên kêşebar, Dengê Amerîka dê dest ji lêgerîn û belavkirina rastîyan bernede," Rêvebira Giştî ya Dengê Amerîka, Amanda Bennett got.

Kerem kin bi lînka jêrîn Îngîlîzîya vê daxuyanîyê bixwînin:

http://www.insidevoa.com/a/voice-of-america-reporter-harassed-by-police-forces-in-erbil/3757596.html

XS
SM
MD
LG