Lînkên eksesibilîtî

Abdulbasit Hemo: Divê Mafê Gelê Kurd Berîya Her Tiştî Be


Di demekê de ku Hevalbendîya Niştîmanîya Sûrîyê ya opozisyon bizavê dike ku piştgîrîya navneteweyî bidest bîne, rola Kurdan di wê hevalbendîyê de hêj ne eşkere ye.

Abdulbasit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê, dibêje eger Hevalbendîya Niştîmanî mafê gelê Kurd qebul neke, ew jî wek Encûmena Niştîmanîya Sûrîyê nûneratîya tevaya gelên Sûrîyê nake.

Jibo serederîkirin ligel opozisyona Sûrîyê, birêz Hemo got ku divê gavên Kurdan bilind bin heta em bikarbin mafê gelê xwe biparêzin û di destûrê Sûrîyeyê de cîgîr bikin.

Birêz Hemo herwiha got ku “em Kurd heta ji me bê, divê berîya her tiştî mafê gelê Kurd li pêşîya me be.”

XS
SM
MD
LG