Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Agir bi Mala Xwêndkaran Ket 12 Mirî Û 22 Birîndar Hene


Şeva borî li bajarê Adana li herêma başûrê Tirkiyê agir bi mala xwêndkarên keç ket, di encama derketina agir de, 12 kes mirin û zêdetirî 22 kesan jî birîndar bûn.

Berpirsên dewleta Tirk dan zanîn ku dibe agir ji encama pirsgirêkên elektrîkê derket be, wan heta niha 6 kes derbarê derketina agir girtine.

Kesên ku hatine girtin karmend û berpirsên wî avahî bûn yê agir pêketî, ew ji sedema bêxemiyê tên lêpirsînkirin.

Şaredarê bajarê Adana Huseyin Sozlu gotiye mediya Tirkî, deriyên mala xwêndkaran di klîtdayî bûn, xwêndkar nikarî bûn xwe rizgar bikin.

Waliyê Adana gotiye ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve, gelek ji birîndaran ji encama dûkelê û hewildanên xwe qurtalkirinê de, birîndar bûn e.

XS
SM
MD
LG