Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Kujêr li Afganistanê, Wezîrê Berevanî Dest ji Kar Berdide


Wezîrê berevanî yê Afganistanê û serfermandarê artêşa wî welatî dest ji kar berdan, piştî ku di êrîşeke çekdarî de herî kêm 140 leşker li bingeheke artêşê de hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.

Ofîsa Serokê Afganistanê Eşref Ganî îro Duşemê ragihand ku wezîrê berevanî Abdullah Habîbî û Serfermandarê artêşê Qadam Şah Şahim karvekişîna xwe dan û serok jî qebûl kir.

Habîbî dû re di preskonferanseke hevbeş de, bi hazirbûna Şahim ragihand ku wî bi biryara xwe dest ji kar berdaye û kesekî zext li wî nekiriye.

Karbidestên Afganî û dîdevanan ragihandibû ku 10 êrîşvanên xwekuj yên bi çekên giran êrîş kir û qirkirin pêk anî, dema bi sedan leşker li nav avahî nimêj dikirin.

Hikûmeta Afganî roja Yekşemê wek roja şîngirtinê pejirand, lê karbidestan heta niha hejmareke zelal ya qurbanîyên qirkirinê nedaye.

Piştî êrîşê, rexneyên dijî rêvebirîya Ganî zêde bûne, bi sedema ku jiber bertîl û perêxwarinê gelek cîhên girîng ji alîyê kesên bê şîyan ve hatine dagirtin û kesên ku peywendîya wan bi Talîbanê hebûn, ji artêşê nehatine derxistin.

Talîbanê berpirsîya êrîşê rakir ser xwe û soza berdewamkirina êrîşên heman rengî da.

XS
SM
MD
LG