Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Amerîkî li Afganistanê Hat Kuştin, Yekî Din jî Birîndar Bû


Gen. John W. Nicholson
Gen. John W. Nicholson

Leşkerîya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku endamekî wê jiber birînên kûr yên dema operasyonên li Helmande de, jîyana xwe ji dest da, yekî din jî birîndar bû.

General John Nicholson, fermandarê mîsyona leşkerîya Amerîkî li Afganistanê (USFOR-A) di daxuyanîyeke nivîskî de got ku endamê wan di warê hînkirin, şêwirmendî û alîkarî de, di bin çavdêrîya NATO de piştgirî didan hevkarên xwe yên Afganî.

Nicholson xemgînîya xwe li ser mirina leşkerê Amerîkî dîyar kir û da zanîn ku lêpirsîna wan didome ku sedema rastîn ya bûyerê zelal bikin.

XS
SM
MD
LG