Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afganî û Talîbanê Hevdîtinên Veşartî Dikin


Mohammad Masoom Stanekzai
Mohammad Masoom Stanekzai

Karbidestên payabilind yên hikûmeta Afganî û nûnerên Talîbanê, tê ragihandin ku di rojên dawî bi kêmî ve du civînên nepênî pêk anîne, bir armanca ku danûstandinên aştîyê jinûve destpê bikin û şerê li Afganistanê biqede.

Jêderekî nav Hikûmeta Yekîtî ya Netewî li Kabulê ji VOA re piştrast kir ku hevdîtinên wan li Doha ya paytaxta Qatarê pêk hatiye ku danûstanderên sîyasî yên Talîbanê li wî bajarî dijîn. Heman jêderî red kir ku hurgilîyên din yên ser danûstandinan bide.

Rojnameya Guardian îro Sêşemê eşkere kiribû ku di meha Îlon û Cotmehê de hevdîtin di navbera hikûmeta Afganî û Talîbanê de pêk hatin.

Guardian ragihandibû ku serokê îstixbarata Afganî Mohammad Masoom Stanekzai rûbirû ligel Mullah Abdull Manan Akhund ê birayê damêzrênerê Talîbanê Mullah Omar rûniştiye.

XS
SM
MD
LG