Piştî hevpeymaniya NATO sala 2014an piraniya hêzên xwe ji Afganistanê vekişandîn, grûbên radîkal êrîşên dijwar û hovane li Afgansitanê pêk tînin û kabûl a paytext bi êrîşan wêran dikin, piştî 16 salên şer û pevçûnan gelê Afganê bêzar bûye.
Êrîşên hovan yên ku, li Aganistanê tên encam dan, piraniya wan ji aliyê Dewleta Îslamê DAIŞ'ê û hevpeymanên wan tevgera Talîban pêk tên.
Êrîşa herî dawiyê, ya roja Çarşemê bû, dema bi riya êrîşeke bombekirî li Kabul a paytext nêzîkî 90 kes hatîne kuştin.
Ev jî hejmarek êrîşên herî xûnawî û dijwar in, yên di nava van çend mehên sala 2017an de pêk hatîn.
Êrîşên Sala 2017an li Afganistanê
- 31î Gulanê peqînek herî bihêz li paytext Kabûl pêkhat, nêzîkî 90 kes hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn.
- 27î Gulanê, êrîş bo ser karwanê hêzên ewlekariyê pêkhat, li rojhilatê Afganistanê, di encam de, 18 kes hatin kuştin, piraniya wan kesên sivîl bûn.
- 26î Gulanê Çekdarên Talîban êrîş anî ser bingeheke leşkerî li herêma Kandahar 15 leşkerên Afganî kuştin.
- 21î Gulanê, çekdaran li dij çendîn xalên pişkinînê êrîş pêkanîn di encam de 20 endamên hêzên ewlekariyê li başûrê Afganistanê hatin kuştin.
- 20î Gulanê, 3 kes hatine kuştin, dema hind çekdaran êrîşî bankekê kir bûn, li rojhilatê herêma Paktia.
- 19î Gulanê bombeke çandî lliser riyekê teqîya 11 sivîlên Afghanî hatin kuştin, dema dixwestin beşdarî govendekê bibin.
- 17î Gulanê, 10 kes hatin kuştin, dema çekdaran êrîş birî ser navendeke mediya herêmî ya dewletê, li herêma Nangarhar.
- 3î Gulanê, 4 kes di êrîşeke xwekujî de li paytext Kabul hatin kuştin.
- 25î Nîsanê, çekdarên Talîban li herêma Takhar 8 polîs kuştin.
- 21î Nîsanê hejmareke çekdaran cilên fermî yên leşkerên Afganî li xwe kir bûn, êrişî bingehek leşkerî kirin li herêma Balkh 140 leşker hatin kuştin.
- 12î Nîsanê bi kêmî 5 kes hatin kuştin, dema xwekujekî êrîş li paytext Kabul pêkanî.
- 21î Nîsanê otombîlek bombekirî li xala pişkinînê li başûrê herêma Helmand teqîya, bi kêmî 6 kes ji yekîneka Îstixbaratî hatin kuştin.
- 16î Adarê, berpirsên Afganî ragihandin ku, çekdarên DAIŞ'ê 3 kesên danumir (Kal) kuştin, dema ji dibistaneke olî vedigeriyan malên xwe.
- 8î Adarê hind çekdaran cilên spî li xwe kir bûn û êrişî nexoşxaneke leşkerî kir bûn li Kabul, di êrîşê de 50 kes hatbûn kuştin, DAIŞ'ê êrîş girt bû ser xwe.
- 1î Adarê, êrîşa cotpeqîn ya xwekujî li Kabûl pêkhat, Taliban ev êrîş encam dabû, di êrîşê de 22 kes hatbûn kuştin.
- 17î Şiwatê, DAIŞ'ê êrîşek li dij dayireya postê encam da, 17 leşker hatin kuştin.
- 7î Adarê, êrîşa xwekujî، li ber deriyê dadgeha bilind ya Afganistanê li Kabul pêkhat 19 kes hatin kuştin
- 10î Çile, êrîşa bi du bombeyan ku, yek jê xwekujî bû, li paytext Kabul 38 kes kuştin.