Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşek Aloz li Dij Zanîngeha Amerîkî li Kabul


Berpirsên fermî yên Afganistanê ragihandin ku, êrîşek liser zanîngeha Amerîkî li bajarê Kabul pêkahtiye û dehan xwendekar û mamosta hatine durpûçkirin, hejmara çekdarên êrîş pêkanîne nayê zanîn, berpirsan ev êrîş weke êrîşeke aloz salox daye.

Wezîrê saxlemiya Afganî gotiye, heta niha bi kêmî 14 kes birîndar bûn e, di nava birîndaran de jinek heye ew veguhastine nexoşxanek nêzîk.

Peyvdarê wezîrê berevaniya Afganî Sediq Seddiqi gotiye Dengê Amerîka, hêzên ewlekariya Afganî bi çalakî hewil didin, kesên durpêçkirî rizgar bikin.

Rojnamevan Ahmad Mukhtar ji Kabul dibêje hevalekî wî şiyaye bireve û xwe xilas bike, lê yên din di nava durpêçê de ne û nikarin derkevin.

Heta niha nasnama kesên êrîşkar nayê zanîn. Destpêka vê mehê profîsorekê Amerîkî û hevalekê wî yê Austuralî ji aliyê kesên nenaskirî de, jibo cihekî nediya hatbûn revandin, heta niha ne nasnameya wan kesan û ne jî cihê lê revandine hatiye eşkerekirin.

XS
SM
MD
LG