Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê 6 Xebatkarên Xaça Sor Hatin Kuştin


Li Afganîstanê wesayîtên ICRC'ê
Li Afganîstanê wesayîtên ICRC'ê

AFP'ê do Çarşemê ragihand ku li Afganistan'ê, dî êrîşeke çekdarî ya ser konvoyên alîkarî yên Komîteya Xaça Sor ya Navnetewî (ICRC) 6 xebatkarên wê hatine kuştin û 2 jî wenda ne.

Hîn ti rêxistinan berpirsîya êrîşa ku li bajarê Jowzjan'ê pêk hatîye negirtîye ser xwe, lê asayîşa Afganistan'ê ji DAIŞ'ê guman dike.

Dîrektorê ICRC'ê Yves Daccord da zanîn ku wan xebatên xwe yên li Afganistan'ê rawestandine.

''Me ew herêma baş zanibû. Hevalên me yên di karên xwe de serkeftî û naskirî hatin kuştin. Vê êrîşê em û malbata kuştîyan şok kirin. Ez hîn jî bawer nakim ku êrîşî xebatkarên ICRC'ê kirine,'' Daccord got.

Hêjayî bîrxistine ye ku roja Sêşemê li Kabul ya paytaxta Aftanistanê, di êrîşeke xwekujî de 22 kes hatibûn kuştin ku DAIŞ'ê bepirsîya wê girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG