Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmed Alî: Îran jî wê Helwêsta Xwe Hemberî Esed Biguhere


Hikûmeta Rûsyayê, ku her ji destpêka serhildana Sûrîyê piştgîrîya Beşar El Esed dikir, niha xuya dibe ku dixwaze xwe ji serokê Sûrî dûr dike.

Serokê Rûsî Vladimir Putin dibêje ku “em ne parêzvanê rêberatîya Sûrîyê ne.”

Herwiha wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov dibêje ku Moscow naxwaze serokê Sûrî vehewîne, eger Esed dest ji desthilatê berde.

Ahmed Alî, sîyasetvan û endamê Partîya Yekîtî ya Kurdî dibêje ku guhertina helwêsta Rûsyayê hemberî Esed “cihê kêfxweşîyê ye ji miletê Sûrî re û pir baş e.”

Wî herwiha got ku ne di berjewendîya Rûsyayê ye ku heta dawîyê piştgîrîya xwe bo Esed berdewam bike.

Birêz Ahmed Alî herwiha pêşbînî dike ku Îran jî wê helwêsta xwe hemberî Esed biguhere.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG