Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dere: Kesên ji Bakurê Afrîqa Û Lawaziya Ewlekariyê Sedema Êrîşên li Fransa Ne


Ahmed Dere Rojnamevan - Fransa
Ahmed Dere Rojnamevan - Fransa

Li Bajarê Nice ya Fransî şeva Pênşemê, dema girseya gel dixwestin cejna nîştîmanî pîroz bikin, êrîşek terorî bi riya qamyonekê pêk hat. Di encama êrîşê de heta niha 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar hene ku birîna hinekan giran e.

Piştî êrîşa terorê ya 13 Mijdar derbasbuyî, ya ku li Parîs pêk hat û zêdetirî 130 kes hatîn kuştin, êrîşa doh ya bajarê Nice, êrîşa duyan ya herî mezin bû.

Di encama lêkolînên polîsan de derket holê ku, êrîşkar welatiyekî Fransî- Ereb di regez de Tunisî, bi navê Mohamed Bohilal yê 31 salî ew êrîş encam daye.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Ahmed Dere êrîşa bajarê Nice nirxand.

Li ser pirsa kanê "bo çi Fransa ji her welatekê din yê Ewrupî zêdetir bûye armanca êrîşên terorîstî", Dere wiha bersîv dide:

"Sedema yekemîn jiber ku xelekê zur ji civaka Îslamiyên radîkal yên bakurê Afrîqa li Fransa hene, herweha lawaziya rêgirtinên ewlekarî û dîsan rolê Fransa yê çalak di şerê li dij Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê hemû bi hevre dibin sedem ku Fransa bibe armanca van êrîşan."

hevpeyvîn li Gel Nîvîskar û Rojnamevan Ahmed Dere
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG