Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dadwerê NY bi 7,5 Cezayê Zindanê Mehkum Dike


Aydin Sedaf Akay kesê dawî ji alîyê rastê
Aydin Sedaf Akay kesê dawî ji alîyê rastê

Dadgeheke Tirk îro dadwerê Neteweyên Yekbûyî Aydin Sefa Akay bi îdiaya endambûna rêxistineke terorîst mehkum kir.

Ajansa AP ragihand ku dadgeheke li Enqerê, heft sal û nîv cezayê zindanê li Akay birî, bi sedema ku ew endame rêxistineke terorîst ya çekdar e.

Dadgehê, piştî birîna cezayê Akay, bi şerta kontrola dadwerî û bi danana qedexeya derketina dervayê Tirkîyê, biryara berdana wî da.

Akay ku balyozê karkenar e di Dadgeha Tawanên Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (MICT) de wek dawer dixebitî, bi girêdana ligel rêberê olî Fethullah Gulen tê sucdar kirin.

Tirkîye îdia dike ku Gulen li paş hewila darbeya leşkerî ya sala borî ye, lê Gulen ew îdia bi tundî red dike. Akay di Îlona borî de, bi sedema şoperê Gulen e, ligel dehan kesên din hatibû girtin.

Serokê Dadgeha Tawanên Navnetewî, Theodor Meron biryara cezakirina Akay bi tundî şermezar kir. Wî got ku ew bi tundî nerazî ne jiber ku kiryara karbidestên Tirk, mafên Akay Ii gor qanûnên navnetewî binpê dike.

XS
SM
MD
LG