Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Kuştina Miftîyê Mezin Yê DAIŞ'ê Piştrast Dike


Berpirsên DAIŞ'ê yên Sax û Yên Hatine Kuştin
Berpirsên DAIŞ'ê yên Sax û Yên Hatine Kuştin

Wezareta berevaniya Amerîka ragihand ku yek ji kesên bi bandor ji fermandarên DAIŞ'ê di êrîşeke esmanî de li meha bûrî hatiye kuştin.

Peyvdarê Pentagon, Jeff Davis gote rojnamevanan, Turkî Albînalê yê weke miftîyê mezin yê DAIŞ'ê tê naskirin roja 31î meha Gulanê di êrîşeka esmanî de bo ser Meyadîn li Sûriyê hatiye kuştin.

Albînalî kesekê giring bo jibo anîna kesan di nava rêxistina DAIŞ"ê de, ew kesekî Bahreynî ye, pêşwext li gel rêxistina Alqaidê bû, çûye Lîbiya û paşan hatiye Sûriyê.

Jeff Davis dîsan dibêje"Albînalî kesekê bi bandor bû liser haydana çekdarên DAIŞ:î jibo kuştinê û karên xerab, wî nivîsên taybet hebûn yên derbarê anîna xelkê bo nav DAIŞ'ê û waneyên wî yên rewaca kuştina kesên bê tawan".

Raport didin zanîn ku Miftiyê DAIŞ'ê Albînalî behane û têkistên olî anîne jibo ku jinên Êzidî weke Koleyên Seksî rewa bên dîtin.

Kuştina Albînalî karîkerîyek mezin liser DAIŞ'ê heye di dema ku, ew rêxistin rastî şkestinên mezin tê li Îraq û Sûriyê.

XS
SM
MD
LG