Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevanê Sûrî yê Êrîşa Almanya Berê jî Nexweş Bûye


Karbidestên Almanî dibêjin, penaberê Sûrî yê 27 salî, ku di peqandina bombeyekê de xwe kuşt û pirtir jî 10 kesên din jî brîndar kirin, berî jî hewil daye ku xwe bikuje û tedawîya pîskiyatrîk wergirtiye.

Di peqînê de 3 kes roja Yekşemê bi giranî birîndar bûbûn, piştî ku destûr ji wî re nehatibû dayîn ku têkeve festîvala muzîkê ya li Ansbach ya nêzîkî bajarê Nuremberg.

Karbidestan jiber peqînê neçar mabûn ku pirtir jî 2,000 kes ji cîhê festîvalê derxînin.

Medya xwecihî ragihand ku mafê penaberîyê ji bombevan re nehatibû dayîn, lê jiber şerê berdewam yê li Sûrîyê, destûr ji wî re hatibû dayîn ku li Almanya bimîne.

Berdevkê Wezareta Navxweyî Tobias Plate da zanîn ku li ber bû bombevan ji Bulgarya, (Bulgaristan) re were dersînor kirin, lê zelala nebû ku ew yek wê kengî pêk bihata.

Plate got, vekolîna wan berdewam e ku bizanin girêdaneke îslamî bi kiryarê re heyen yan ne.

XS
SM
MD
LG