Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Alman: Emê Leşkerên Xwe yên li Tirkîyê Veguhezînin Urdunê


Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen ragihand ku danûstandinên ligel Tirkîyê negiheştin ti armancan, loma Almanya dê leşkerên xwe yên li Bingeha Încîrlîk ya Tirkîyê veguhezîne bingeheke Urdunê.

“Nayê qebûl kirin ku parlamenterên me nikaribin serdana leşkerên me yên li Tirkîyê bikin,” Leyen ji AFP re got.

Ursula von der Leyen bi bîr xist ku hikûmeta Almanî li ser wê mijara kom bû û biryar da ku 280 leşkerên Almanî û 10,000 ton material ji Tirkîyê derxînin.

“Em jibo veguhastinê amade ne. M me biryara bingeha Azraq ya Urdunê da û Melîk Abdullah jî piştgirîya biryara me dide,” Leyen got.

Daxuyanîya wezîra Almanî di vê demê de tê ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di hazirbûna hevtayê wî yê Almanî Sigmar Gabriel de gotibû ku parlamenterên Alman nikarin serdana hêzên Almanî bikin.

Hêjayî balkşandinê ye ku hêzên Almanî li Tirkîyê, Bingeha Încîrlîkê jibo firokên çavdêr yên Tornedo dixebitînin ku li ser esmana Sûrîyê firînên çevdêrî pêk tînin

Hikûmeta Tirkîyê rê nade serdana parlamenterên Almanî, bi sedema ku wê mafê penaberî daye kesên ku di darbeya leşkerî ya sala çûyî de cîh girtine.

XS
SM
MD
LG