Lînkên eksesibilîtî

Almanya ji Tirkîyê re Dibêje ku Karê Sixurî Nayê Qebûl Kirin


Wezîrê Navxweyî yê Almanya Thomas de Maiziere

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Thomas de Maiziere ji Reters re got ku welatê wî dê nehêle ku welatên bîyanî xebatên sixurî bikin.

De Maiziere wek bersîvdana raportên medya Almanî yên derheqa karmendên îstixbaratî yên Tirk ku sixurî li ser aligirên tevgera Gulen dikin, ku Tirkîyê wek plankarê darbeya leşkerî dibîne, ew daxuyanî da.

Raportên wî rengî di demên dawî de bi firehî di medya Almanî de cîh digirin û yek ji sedemên serekî yên alozîya navbera Almanya û Tirkîyê ye.

Rojnameya Sueddeutsche Zeitung û du weşanger ragihandibû ku Sazîya Îstixbaratî ya Netewî ya Tirkîyê (MIT) lîsta bi sedan alîgirên Gulen daye îstixbarata Almanî.

Wezîrê Alman got ku ew bi raportên wiha neheyirîye û ewê yek û yek li wan lîstana gîş binêrin.

"Me gelek caran ji Tirkîyê re got ku xebatên wî rengî nayên qebûl kirin. Li Almanya qanûnên Almanî derbaz dibin û welatekî bîyanî nikare li ser hemwelatîyên ku li virê dijîn sixurî bike,” de Maiziere got.

XS
SM
MD
LG