Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Û Fransa Êrîşên Rûsya Û Asad Rexne Dikin


Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel rexne li êrîşên Rûsiya yên li Sûriyê girtin û got "Pir mixabin" Rûsiya piştevaniya rejîma Beşar Asad dike û êrîşên ser nexoşxane û dermanxanan rexne kir.

Roja Çarşemê Şêwirmenda Almaniya Aangela Merkel di peyva xwe ya di Parlamenê de pêşkeş kirî got "Rûsiya piştevaniya rejîma Asad dike" û got gelek rastî hene ku nexoşxane û dermanxane bi zanebûn hatine bombebarankirin ev jî li gûr yasaya navnetewî tawankariye û divê li gûr wê yasya biryar bihên stendin.

Herweha Merkel got, bi zanebûn mixabin weke Asad jî dizane Rûsiya piştevaniya wî dike, Merkel soz da ku dê hewildanên çareseriyek siyasî berdewam bikin, herçende niha bêhîvîtiyek jî heye.

Li aliyekê din, îro roja Çarşemê wezîrê derve yê Fransa Jean Marc hikûmeta Sûrî rexne kir û got, mixabin ew rewşa niha ya Amerîka ya ne zelal bikartînin û şerekî sernaserî li dij hêzên opozisyonê encam didin.

Jean Marc Wezîrê derve yê Fransa herweha got, dê di demek nêzîk de welatên hevdijên rejîma Asad dê li Parîsê bicivin û Fransa dê pêşengiya wergirtina helwestekê bike derbarê şerê sernaserî li Sûriyê yê ku, Beşar Asad li dij hêzên opozisyonê berdewam dike.

XS
SM
MD
LG