Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Almanya Biryareke Nû Derheqa Karmendên Biyanî Distîne


Ajansa Asocited Press ji bajarê Berlin paytexta Almanya ragihand ku roja Çarşemê hikûmeta Almanî yasay kêmkirina sudmendiyên karkerên biyanî yên dema bêkariyê, yên dixwazin li Almanya kar bikin pejirand.

Yasya ku sala par ji aliyê dadghea bilind ya Almanî de derçûye dide zanîn ku ew karmendên ji 27 welatên din yên Yekîtîya Ewrupa tên, di 5 salên pêşî yên dema rûniştinê de nikarin sudmendiyên bêkarîyê bi temamî werbigirin.

Çarşemê kabîna hikûmetê pêdaçûnek di biryara dadgehê de kir û biryar pejirand, lê wezîra karî Andrea Nahles' got erê kirina vê biryara hikûmetê pêwîstî bi pêdaçûna parlamenê û erê kirina vê biryarê heye.

Welatên endam di Yekîtîya Ewrupa de rê didin ku karmend ji welatekî qesta yê din bikin bi armanca karkirinê, lê dadgeha Yekîtîya Ewrupa rê dide Almanya ku ew sundmendiyên bêkariyê kêm bike, dema ku karmendên mafê rûniştinê distînin, hewildana karkirinê nekin yan jî xizmeta wan ya karkirinê demek kêm be.

Saziyên parastina mafên karkeran ne rihetin ji vê biryara Almanya, ew dibêjin biryarên weha û derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa dê bandoreke xerab liser veguhastin û hatin û çûna karmendan bikin di nava welatên endam di Yekîtîya Ewrupa de.

XS
SM
MD
LG