Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistan Saudî Liser Êrîşên Terorî Hevkariyê bi Almaniya re Dike


Erebistana Saudî di daxuyaniyeke kêm wêne de dide zanîn ku, ew hevkariyê bi lêkolînvanên Alman re dike yên taybet liser êrîşên şîdetkar yên Îslamîyên radîkal li Almaniya di meha borî de.

Erebistana Saudî ev yek da eşkerekirin piştî êrîşên şîdetkar li meha borî li Almaniya pêkhatîn.

Roja Dûşemê peyvdarê wezareta navxwe ya Erebistan Saudî Lîwa Mansur Al-Tirkî ragihand ku pisporên ewlekariyê yên Alman û Saudî lihev civiyan e û pêzanîn lihev guhertîne yên didin xuyakirin ku, ew êrîşkarê li Alman bi biviran êrîş birî ser trênekê, bi riya mediya civakî wî êrîşkarî hêla telefona Erebistana Saudî li gel kesekî endamê rêxistina dewleta Îslamî (DAIŞ) têkiliî danîne.

Al-Tirkî di daxuyaniya xwe de dide zanîn, kesê li Almaniya êrîş pêkanî li gel kesekî Saudî yê kû li welatekî rewşa wî aloz di têkiliyê de bû, lê wî ne got welatiyê Saudî yê endamê DAIŞ ê, li kîjan welatî dimîne.

Sausan Shoblî peyvdara wezareta derve ya Almaniya da zanîn ku, Erebistana Saudî xwestiye hevkariya bi Amaniya re bike di pirsa lêgerînên dozên êrîşkatran li Almaniya.

Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê berpirsyariya xwe ya êncamdana êrîşên terorî li meha Tîrmehê girtbûn serxwe, yên li herêma Bavariya pêkhat bûn.

XS
SM
MD
LG