Lînkên eksesibilîtî

Hikûmeta Almanî Proje Qanûnekê Derbarê Mediya Civakî Erê Dike


Torên Mediya Civakî

Roja Çarşemê hikûmeta Almanî proje yasayek derbarê cezakirina torên mediya civakî yên şîdet û neheziyê teşwîq dikin pejirand û erê kir.

Proje yasaya nû dê wan torên mediya civakî bi bihayê 50 mîliyon Euroyan (53 Mîliyon Dolaran) ceza bike dema ku nivîsên teşwîqa şîdet û neheziyê dikin zû neyên hilandin, pispor dibêjin ev dê bibe sedema binpêkirina mafê azadiya ramanê.

Almaniya heta niha cezayê girtinê û yê bi pereyan daye hind kesan ku, di post û gotinên wan de nehezî, şîdetkarî, gefxwarin û nav reşkirin hene, herweha kesên ku, li dij kemaniyên olî û netewî gotinan dibêjin û înkara rûdana qetlîamên Naziyan dikin.

Wezîrê Dada Almani Heiko Maas di daxûyaniyekê de dibêje " divê lêbûrîn jibo wan kesan nebe yên dibin sedema têkdan û tevliheviyan di torên civakî de".

Di du salên borî de, zêdetirî yek mîliyon koçber hatbûn Almaniya, tirs heye ku hebûna hejmarek zêde ya koçberan bandora xwe hebe liser raya giştî di hilbijartinên dahatî de ku hatiye plankirin di meha Çiriya Pêşîn de bihên encamdan.

Li gor proje yasaya taybet derbarê torên mediya civakî, dema 24 seatan hatiya dan, da ku, postên naveroka wan weke tawankarî tê dîtin, herweha dema heftiyekê dide wan dosiyayan yên naveroka wan kêmtir nêzîkî tawankariyê dibin.

XS
SM
MD
LG