Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Almanya: Ewrupa Naxwaze Tirkiye Berê Xwe Bide Arastek Nerast


Alayê Almanya, Tirkiyê û Yekêtiya Ewrupa
Alayê Almanya, Tirkiyê û Yekêtiya Ewrupa

Wezîrê derve yê Almanya dibêje, berjewendiya hevbeş ya welatên Yekêtiya Ewrupa ewe, nehêlin hevparekî NATO ku, Tikiye "berê Wê bikeve rojhilat".

Sigmar Gabriel wezîrê derve yê Almaniya roja Duşemê piştî ji civînên welatên Yekêtiya Ewrupa xelas bû, ku li Brûksel pêkhatin û wezîrên derve û yên berevaniyê beşdar bûbûn axiftinek kir û got, ji sedema ku berpirsên dewleta Tirk dixwestin li welatên Ewrupa beşdarî kampêna referandûmê bibin, ev duberiya Dîplomasî derketiye holê.

Gabriel roja Duşemê got, "dema ku Tirkiye di rewşa dîktatoriya leşkerî de bû, kesekî nexwest li hember Tirkiyê ku endama NATO ye raweste da ku ber bi rojhilat ve neçe, niha jî heman pirse, îro jî em naxwazîn berê Tirkiyê bikeve arastek nerast ".

Sigmar bang li berpirsên Tirkiyê û welatên Ewrupî dike, da ku êdî rê liber aloziyên Dîplomasî yên dinavbera herdu aliyan de bigirin û nehêlin ev alozî berfirehtir bibin.

Wek tê zanîn ji sedema ku hind berpirsên Tirkiyê dixwazin jibo kampêna rêfernadûmê li Almanya hind civînênan li gel civaka Tirk encam bidin, lê hind sazî û herêmên Almaniya rê nedan ku propagenda Referandûma Tirkiyê li welatê bihên kirin, serokê Tirkiyê R.T. Erdogan ev serederiya Almanya tûnd rexnekir û weke tevgeriyaneka serdema Nazîzmê bi nav kir, niha derheqa van pirsan dilgiranî di navbera Tirkiyê û Almaniya de peyda bûye.

XS
SM
MD
LG