Lînkên eksesibilîtî

Gelek Leşker û Dîplomatên Tirk Daxwaza Penaberî ji Almanya Dikin


Leşkerên ku bi tevlîbûna darbê tên tawanbar kirin

Berdevka Wezareta Derve ya Almanya Annegret Korff îro Duşemê ragihand ku ji darbeya têkçûyî vir ve, herî kêm 262 dîplomat û karmendên artêşa Tirk daxwaza mafê penaberî ji Almanya xwestiye.

Korff got ku 151 kesên penaxwaz xwedîyê pasaportên dîplomatîk in û 111 kes jî bi pasaportên taybet ku ji karmendên ku jibo karên fermî li dervê ne tên dayîn, daxwaza penaberî kiriye.

Hikûmeta Almanî dibêje, heta meha donzdeh ya sala borî de 5,166 hemwelatîyên Tirk serî li mafê penaberî dabû û ew hejmar di tevahîya sala 2015’an de 1,767 bû û 80 ji sedê serîledêr Kurd bûn.

Hejmara hemwelatîyên Tirkîyê ku piştî hewila darbeya leşkerî daxwaza penaberî dikin, bi awayekî berbiçav bilind bûye.

Enqere jî hevalbendên xwe yên NATO hişyar dike ku serîlêdana leşkerên ku guman heye beşdarî darbê bûne, red bikin.

Wezîrê Parastinê ya Tirkîyê Fîkrî Işik ji Almanya xwestibû ku daxwaza penaberî ya 40 leşkerên payabilind, ku guman heye girêdana wan bi hewila darbê hebû, red bike.

Piştî hewila darbê Tirkîyê pirtir ji 40,000 kes girtin û 100,000 zêdetir kes ji kar derxistin.

XS
SM
MD
LG