Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Benda Merasîma Fermî Ye û Trump jî Giheşt Washingtonê


Amadekarîyên jibo merasîma sondxwarina seroktîya Amerîka giheştin qonaxa dawî û paytaxt Washington li benda sibê ye.

Avahîya Kongresa Amerîkî xemilandin û dîkê ku merasîm tê de were kirin, hat hazir kirin.

Rojeke berî seremonîya fermî gelek hemwelatî li pêş Kongresê kom dibin ku amadekarîyan bibînin û wêneyan bigirin.

Hevdem, Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, rojeke berî sondxwarina fermî ya wek serokê 45'an ya Amerîka, îro hat Washingtonê.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê mesaj da û got ku ewê jibo Amerîka bixebite.

"Rêwîtîya me destpê dike. Ezê bixebitim û şer bikim ku vê rewîtîyê jibo gelê Amerîkî bikim tiştekî hêja. Gumana min tune ku emê bi hevre Amerîka careke din bikin welatekî hêzdar,” Trump got.

Trump û Cîgirê Serokê hilbijartî Mike Pence îro Li Washingtonê di çend bernameyên taybet de cîh digirin, berî ku ew sibê bi fermî dest bi karên xwe yên nû bikin.

Trump û Pence li Goristana Netewî ya Arlingtonê ku pirtir jî 400,000 endamên leşkerîya Amerîkî û malbatên wan binaxkirî ne, tev li merasîma kulîlk danînê bibin.

Dû re, Trump dê axaftineke di pîrozbahî û konserteke de bike û paşê jî ligel dewlemendên ku di kempeyna hilbijartinê de piştgirîya wî kirine, xwarineke taybet bixwe.

Trump, wek hemwelatîyekî normal, şeva xwe ya dawî li Xanîyê Blair anku Blair House ya hember Qesra Sipî biborîne.

XS
SM
MD
LG