Lînkên eksesibilîtî

Li Îtalya Du Erdhejokên Qeqimîn, Gelek Avahî Hilweşîn


Piştî erdheja hêzdar ya roja Çarşemê ku gelek kês kuştin, Îtalya careke din bû armanca du erdhejokan ku bajarokê Amatrice ya herêma navîn ya wî welatî xist.

Karbidestên Îtalî hêza wan her du erdhejokan wek 4.3 û 4.7 ragihand û dîyar kir ku gelek avahî hilweşîn û gelê herêmê ji tirsê derketin kolanan.

Karbidest didine zanîn ku jui Çarşemê heta niha pirtir jî 500 lerizînên nû li Amatrice çêbûn, lê hêza piranîya wan lawaz bû.

Bi aîyekî din ve karbidestên hawarçûn û rizgarkirinê ragihand ku hejmara giştî ya qurbanîyên erdheja bi hêza 6.2 ya Çarşemê giheştiye 267 kes û bajarokên Amatrice, Arqueta û Accumoli bi piranî wêran bûne.

XS
SM
MD
LG