Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 7 Kesên Din Xist Lîsteya Ambargo


Amerîka, dijî 7 kesên ku peywendîyên wan bi el-Qayde, DAIŞ û baskê wê ‘Beatles’ hene toleyên ambargo da destpê kirin. Di lîsteya ambargo de hin kesên ku li Asya, Avrupa û Zelanda Nû dijîn jî hene.

Wezareta Karên Derve yên Amerîka, El Şafî Elşêxê ku jiber bidarvekirina dîlan tê tawanbar kirin wek terorîstê navneteweyî ragihand. Li gor wezaretê, Elşêx di sala 2012’an de li Sûrîyê tevlî el-Qaydê bû û paşê ket nav DAIŞ’ê ku serên 27 dîl jê kirin û li hinan jî êşkence kir.

Wezaretê ferman da ku hemî hebûn û hesabên Elşêx yên li Amerîka werin cemidandin û qedexe danî ku Amerîkî bi wî re peywendîyên bazirganî çênekin.

Anjem Choudary, ku li Brîtanya îmamekî navdar yê tundrê ye, jî di lîsteyê de ye. Choudray, jiber tawana piştgirîya jibo DAIŞ’ê 5,5 sal cezaya hepsê sitandibû ku ew bi salan e li Brîtanya rêvebirîyê komên wek el-Muhajiroun, Islam4UK, û Muslim Against Crusades dike. Tê zanîn ku hin kesên ku tevlî civînên van komên dibin paşê êrîşan li dar dixînin. Wezareta Karên Derve, herwiha da zanîn ku Choudray di girtîgehê de sond xwarîye ku ewê însanan tevlî rêxistinan bike.

Li gor lîsteya nû, xencî Îraq û Sûrîyê, Amerîka dê kesên li başûrê rojavayê Asya jî jibo îdeolojîya tundrê kar dikin, bişopîne.

Hemwelatîyê Endonezya, Mihemed Bahrun Naîm Anggih Tamtomo wek berpirsê êrîşeke terorî ya li wî welatî tê dîtin. Rêvebirîya Amerîka dîyar dike ku Mihemed Wanddy Bîn Mihemed Jedî jî ferman daye DAIŞ’î yên li Malezya ku ew êrîşan li wî welatî li dar xînin. Wezareta Karên Derve, da zanîn ku Wanndy li Sûrîye û Îraqê, Naîm jî li Sûrîyê dimîne.

Di lîsteyê de Trînadadîyekî ku li Sûrîyê jibo DAIŞ’ê şer dike jî heye ku Amerîka guman dike ku gelek kes ji welatên Giravên Karayîpê seba pereyan beşdarî rêxistina tundrê dibin. Wezaratê eşkere kir ku Shane Dominic Crawford, nivîsên propaganda yên DAIŞ’ê werdigerîne Îngilizî.

Mark John Mayor ku ji Zelanda Nû ye li Sûrîyê çekdarê DAIŞ’ê ye. Wezareta Karên Derve da zanîn ku ew di vîdeoyan banga êrîşan yên li Zelanda Nû û Avustralya de hatiye dîtin.

Yek ji kesên balkêş yên di lîsteyê de Sami Bourasê ku ji Swêdê ye ku ji wî welatî kêm kes beşdarî DAIŞ’ê dibin. Bouras, ku bi eslê xwe ji Tunusê ye, alîkarîya plankirina êrîşên xwekuj kiriye.

XS
SM
MD
LG