Lînkên eksesibilîtî

Tirkîyê Dibêje Peqîna li Avahîya Polîsan li Amedê Ne Kiryareke Terorîstî Ye


Di peqîneke de li navenda polîsan, kesek li bajarê Amedê hate kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn. Wezareta navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku peqîn ne kiryareke terorîstî ye.

Reuters ji zarê walîtîya Dîyarbekirê radigihîne ku di encama peqîna hêzdar de, ku di dema tamîrkirina panzerekê qewimî, serbana avahî hilweşî û yek kes li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.

Heta niha bi zelalî eşkere nebû ku çû bûye sedema peqînê, lê li Amed bûye qada şer û tundîyan piştî ku peyvajoya aştî ya navbera dewleta Tirk û PKK pûç bûbû.

XS
SM
MD
LG