Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebiren Amedsporê li Enqerê Bûn Armanca Êrîşên Tund, Amed ji Rewşê Pir Nerazî Ye


Rêvebirên Amedsporê piştî maça li Enqerê ku 2-1 biser ket, rastê êrîşên alîgirê tîma Anakaragucuyê hatin. 6 rêvebir, ji mirinê filitîn.

Di dîmenenên êrîşê de tê dîtin ku li i trîbunê di nav dirûşmên nîjadperestî bi dehan kes êrîşê rêvrbiran dikin heta yekî ji diwarek 2 meter bilind de davêjin. Bi şiven hesin li wan didin.

Serokê Kluba Amedsporê Alî Karakaş bi serokên rêxisitinên sîvîl yên Amedê re li tesîsê Amedsporê preskonferansek lidarxist û xuya kir ku ewê Federasyona Futbolê ya Tirkîyê gilîyê Federasyona Futbolê ya navnetewî bikin.

Serokê Kluba Amedsporê jî di maçê de hazir bû, xuya kir ku ji destpêka maçê heta dawîyê alîgirên Ankaragucu'yê sloganên faşist avêtine û di encamê de jî tundûtûjîyeke mezin qewimîye.

Wî got piştî ku navê tîmê ji Diskisporê kirin Amedspor, li tîrîbunan her rastî êrîş û drûşmên faşist tên. Lê, Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TTF) jibo wan êrîşan jî tu ceza nade.

“Êrîş ne tene li ser şexsê me hatiye kirin, êrîşeke mezin e li nirxên sportmenîyê, biratî û aşitîyê.”

Karsazên Amedê jî piştgirîya xwe jibo Amedsporê ragihandin. Serokê Karsazên Başurê Rojhilata Tirkîyê, Şahismaîl Bedirhanoglu dîyar kir ku ji berê de tîmên Dîyarbekirê rastî êrîşên pîskolojîk tên.

Wî TFF'ê sûcdar kir û got federasyon tu tedbîrên nagire ku pêşîya van êrîşan bigre. Divê federasyon lêkolin bike cezayê giran bide berpirsan.

Serokê Odeya Pîşesazan Ahmet Sayar jî got ku ev êrîş encama helwesta federasyonê ye.

“Federasyon her carê biryarên neheq, cezayên giran li Amedsporê dibire. Amedsporê weke tîma alîyekî nişan didin, lê ev tîm ya bajerê Amedê ye, ya mîlyonu 600 hezar kesî ye. Em li hember van êrîşan bêdeng namînin û li hêvîye ne ku tîma Ankaragucu jibo van êrîşan lêborîna xwe bixwaze,” Sayar got.

KHF_4_26_16_Amedspor
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG