Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Îraqîyên ku Tawanên Mezin Kirine Dersînor Dike


Karbidesteke Amerîkî îro ji Reutersê re eşkere kir ku karmendên koçberîyê operasyonan li dar dixin ku Îraqîyên ku piştî tawanên cidî biryara dersînorkirina wan derketiye, desteser bikin.

Gillian Christensen, berdevka Ajansa Koçberî û Cîhanîna Gumrukan ya Amerîkî (U.S. Immigration and Customs Enforcement Agency) ragihand ku karmendên wan operasyonên armanckirî pêk anîn ku koçberên Îraqî yên tawankar desteser bikin.

Christensen da zanîn ku ew operasyon di çarçoveya peymana ligel hikûmeta Îraqê têne kirin, beramber derxistina Îraqê ji lîsta welatên ku qedexa hatin Amerîkî ji hêla Serok Donald Trump ve hatibû danan.

"Di encama lihevkirineke nû ya bi hikûmeta Îraqê,Bexda qayil bû ku Îraqîyên tawankar yên bi biryara dersînorkirinê, radestî wî welatî bike," Christensen got.

Di rojên dawî de desteserkirinên wî rengî dihatin ragihandin, lê nedihat eşkere kirin ku ew di encama rêkeftineke ligel hikûmeta Îraqê têne kirin.

XS
SM
MD
LG