Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpamaniya Leşkerî ya Piştevaniya Asad Gefan li Amerîka Dike


Hevpemaniya leşkerî ya piştevaniya serokê rejîma Sûriyê Beşar Asad dike, roja Çarşemê daxûyaniyek weşnad û di daxûyaniyê de gefan li Amerîksa dikin û dibêjin ewan arama xwe ragirtîye lihember êrîşên Amerîka yên ser grûbên çekdar yên jibo piştevaniya hikûmeta Sûrî şer dikin.

Ajansa Reuters radigihîne ku hevpeymaniya piştgîriya Asad dibêjin, Amerîka li Sûriyê hêlên sor bezandine, dema bi balefiran êrîşî hêzên wan yên leşkerî dike yên ku piştevaniya Asad dikin li nav axa Sûriyê, jibo kontrolkirina başûrê rojhilatê Sûriyê.

Gefên grûbên çekdar yên ji aliyê Îranê ve tên piştevnaîkirin, dê bibe sedema aloziyan di nvabera wan hêzan û Amerîka de li Sûriyê ku, niha Amerîka hêzên opozisyona Sûrî li hind bingehan di nav axa Sûriyê de rahênan dike.

Amerîka doh êrîşek din kir bû ser çekdarên ji aliyê Îranê ve tên destek kirin li başûrê rojhilatê wî welatî, da ku nebin gef liser hêzên wan yên li nava axa Sûriyê û wan hêzên Sûrî yên ji aliyê Amerêka ve tên piştevanêkirin, ev êrîşa duyane Amerîka di navbera du heftiyan de li dij çekdarên piştgiriya Asad dikin, encam dide.

Daxûyanî liser navê "Serokatiya Jora Operasiyên Hêzên Hevpamaniya Sûrî" hatiye weşandin, ev daxûyanî ji aliyê ragihandina cengê ya Hizbullaha Lobnanî ve hatiye veguhastin ku, yek ji hevpeymanên leşkerî yên Beşar Asad in, herweha Îran û Rûsya di hevpemaniya Sûrî de ne, lê nayê zanîn kanê daxûyanî ji aliyê Rûsya ve jî hatiye îmze kirin yan na.

XS
SM
MD
LG