Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump: Ezê Bibim Serokê Amerîka


Kongireya Komariyan li Cleveland - Ohio
Kongireya Komariyan li Cleveland - Ohio

Şeva sêşemê di Kongire û civîna giştî ya komariyan de li bajarê Cleveland li eyaleta Ohio, Milyardêrê Amerîkî Donald Trump bi şêweke fermî weke kanîdê partiyê yê serokatiya Amerîka destnîşan kir.

Donald Trump kesekî 70 salî ye, di kongireya partiya komariyan de dengê 1725 şandan qazanckirin, jibo ku, weke kanîdê serokatiyê bihê pejirandin pêwîstiya wî bi 1237 dengan hebû.

Herçende dengên Donald Trump ji yên hemû berendamên din zêdetir bû, lê dîsan gelek delegeyan dengên xwe nedan Donald Trump.

Dengên di Kongirê de di navbera milyardêr Donald Trump, Sênatorê Colorado Ted Cruz û hakimê eyaleta Ohio John Kasich de parve bûn, lê Trump dengên serkeftinê bidest xistin.

Herweha kongira komariyan hakimê eyaleta Indiana Mike Pence yê 57 salî weke kandîdê cîgirê Donald Trump hilbijart.

Piştî ku Trump bi fermî weke namzet hat ragihandin, di axiftineke Videoyî de sopasiyên xwe arastey endamên kongira komariyan û malbata xwe kirin û got ku ew çi caran qenciya wan jibîr nake, Trump dîsan got, ew bextewere ku kesekî weke Mike Pence bibe cîgirê wî.

XS
SM
MD
LG