Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Desteserkirina Rêvebirê Amnesty'ê yê Tirkîyê Fikarên Xwe Radigihîne


Amnesty International
Amnesty International

Berdevka Wezareta Karên Derve yên Amerîka, ser desteseserkirina rêvebirê Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) yê Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ketine fikarên kûr.

Wezaretê dîyar kir ku Tirkîye bêyî ku di destê wê de delîlên qewîn hebin rojnamevan, akademîsyen, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan digire û metirsîyeke mezin çêdike.

Serdozgerîya Komarî ya Îzmirê jibo Rêvebirê Amnesty’ê yê Tirkîyê Taner Kiliç û 22 parezerên din, bi tohmeta ku peywendîya wan bi Fetullah Gulen re heye pêr Sêşemê biryara girtinê dabû.

Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Nauert, di daxuyanîyê de dîyar kir ku Amerîka girtin û desteserkirinên li Tirkîyê ji nêz ve dişopîne û li bendê ye ku ew welata li gor mafên di Qanûna Bingehîn ya wê deweletê û peymanên navneteweyî yên ku îmza kiriye tevbigere.

‘’Jibo demokrasîyeke xurt, divê sazîyên serbixwe û civakeke sîvîl ya saxlem hebin. Jibo berjwendîyên Tirkîyê, ya rind ne kêmkirin, lê pirkirina ramanan e. Girtina kesên wek birêz Kiliç kalîteya demokrasîyê dadixe’’ Nauert got.

Karbidestên Amnesty didin zanîn ku tam nizanin Kiliç jiber çi hatîye desteser kirin û ew bawer nakin ku peywendîyên wî bi Fetullah Gulen, ku Tirkîye wî wek berpirsê hewila darbeya dibîne, hebin.

Kiliç ji 2002’an pê ve di Amensty’ê de ye û ji 2014’an vir ve jî rêvebirê wê yê giştî yê Tirkîyê ye.

XS
SM
MD
LG