Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Amerîkî Hember El Qaydê li Yemenê Êrîşên Nû Pêk Tînin


Firokeke Amerîkî ber bi Yemenê bi rê dikeve
Firokeke Amerîkî ber bi Yemenê bi rê dikeve

Welatên Yekbûyî yên Amerîka, di hewila zêdekirina giwaştinên ser El Qayde ya Nîvgirava Erebî de, şeva borî jimareke êrîşên esmanî yên nû li hember El wê koma tundrê li Yemenê pêk anîn.

Karbidestên Amerîkî ji Reuters re ragihand ku firokên wan armancên Qaydê li gundê Wadi Yaşbum ya herêma Şabwah li başûrê Yemenê hedef girtin.

Rûniştvanên gund ragihand ku di êrîşan de hin xanî zîyan dîtin û jimareke sîvîl jî birîndar bûn.

Firokên Amerîkî Pêncşçemê jî pirtir jî 20 caran êrîşên esmanî li Yemenê kiribûn û li armancên El Qaydê xistibûn ku piştî şerê navxweyî yê wî welatî xurtir bûye.

Berî êrîşên esmanî, komandoyên Amerîkî di 29’ê meha Rêbendanê de operasyonek li Yemenê pêk anîbû.

Di heman operasyonê de komandoyekî Amerîkî û jimareke sîvîl jî hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG