Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Nerazîbûna Xwe Hember Êrîşên Dawî yên Ser Helebê Radigihîne


Bajarê Helebê ya kavilbûyî

Wezareta Derve ya Amerîka torebûna xwe derbarê bombekirinên dawî yên ser Helebê dîyar kir û Moskow bi wan êrîşan berpirs nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve John Kirby got ku li gor nirxandina wan ji hemî tiştên ku rejîma Esad dike, Rûsya berpirs e.

"Rûsya rê dide rejîma Sûrî awayekî mezin ya sîvîlan bikuje û nexweşxaneyên li hindur û dora Helebê jî di nav de, binesazîya bajêr hilweşîne,"
Kirby got.

Wî da zanîn ku jibo danana çarçoveya sekinandina neyartîyan li Sûrîyê hewlên dîplomatîk li Cenevrê berdewam in.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Samantha Power jî êrîşên esmanî wek îsbata stratejîya rejîma Sûrî û Rûsya bi nav kir û got “birçî bihêle, bombebaran bike û teslîmbûnê ferz bike” stratejîya wan e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Moskow û Şam, tevî hebûna nîfûseke mezin ya sîvîlan, şerê dijî serhildayan li rojhilata Helebê wek şerê dijî terorîstan bi nav dikin.

XS
SM
MD
LG