Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Leşkerên Xwe li Minbic Û Derdora Wê bi Cî Dike


Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Amerîka da zanîn ku hin leşkerên Artêşa Amerîka li Minbic û derdora wê bi cîh bûne. Armanc ew e ku hêzên rikeberîya hevdu dikin li wir li dijî hev şer nekin û berê operasyonan bidin ser DAIŞ'ê.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê Jeff Davis, dîyar kir ku hêzên Amerîka dê li Minbincê nîşana bawerîyê bin û rê li ber şerê hêzên ku rikeberîya hevdu dikin bigirin. Davis eşkere kir ku ew carê yekê ye bernameyeke wisa çêdikin ku wan hefteya borî destpê kiriye.

''Em dixwazin raberî hemî alîyan bikin ku DAIŞ ji Minbicê hatîye derxistin, jibo vê yekê em hêzên xwe li wir bi cîh dikin û nîşan didin. Minbic hat azad kirin, li wir ne hewceyî zêdetir pêvçûnan e.'' Davis got.

Davis bi berdewamî ragihand ku leşkerên Amerîkî ne di pozîsyona êrîşê, lê di ya berevanîyê de ne û got ku dijminê hevpar DAIŞ e.

Hêjayî bîrxistinê ye, li rojavayê Minbicê ji Çarşemê vir ve, di navber serhildayên ku Tirkîye piştgirîya wan dike û Meclîsa Leşkerîya Minbicê ku beşeke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e û Amerîka piştgirîya wê dike pevçûn hene.

XS
SM
MD
LG