Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxwaza Parastina Maf û Azadîyan ji Tirkîyê Dike


Welatên Yekbûyî yên Amerîka bang li Tirkîyê dike ku maf û azadîyên bingehîn biparêze, di vê demê de ku alozî û nerazîbûnên ser encamên referandumê berdewam dikin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Mark Toner îro bal kişand ser fikarên ku ji alîyê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) ve, derheqa referandumê hatin bilind kirin.

Toner dîyar kir ku OSCE di roja dengdanê û di dema kempeynê de nerêkî hebûn û ew jî bû sedema qadeke sîyasî ya yekalî ku dijî enîya “na” bû.

OSCE rexne li biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) girt û got ku pejirandina kaxizên dengdanê yên bê mohr, hewlên şerê dijî sextekarîya hilbijartinê pûç kir.

Li gor encamên nefermî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi farqeke biçûk referandum qezenc kir, lê hem CHP, hem jî HDP radigîhînin ku ew vê encamê qebûl nakin.

XS
SM
MD
LG