Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Firokeke Hikûmeta Sûrîyê Xist Xwarê


Super Hornet ya Artêşa Amerîka
Super Hornet ya Artêşa Amerîka

Artêşa Amerîka, firokeke hikûmetê Sûrîyê ya ku êrîş dibire ser hevalbendên wê yên li erdê xist xwarê.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku firoka F-18 Super Hornet ya Amerîka, balafira S-22 ya hikûmeta Sûrîyê xistîye xwarê.

Koalîsyonê dîyar kir ku piştî ku firoka hikûmeta Sûrîyê, li Tebqa êrîşî herêma ku di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de kiriye hatîye xistin.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevalbendê Amerîka ye.

Artêşa Amerîka da zanîn ku wê tênê hevalbendê xwe parastîye û ti nêta wê tune ku bi hikûmeta Sûrîyê yan piştgirê wê Rûsya re şer bike.

Li gor daxuyanîya Pentagon’ê, hêzên ku alîgirên rejîma Sûrîyê ne, bi êrîşa ku birine ser Jadîn ya li başûrê Tebqa hin şervanên HSD’ê birîndar kirine û ew ji wê herêmê derxistine.

Ser vê êrîşê, hêzên koalîsyonê hêzên xwe nîşan dane û pêşdeçûna alîgirên rejîmê rawestandine. Piştî êrîşa hêzên ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin, koalîsyonê bang li Rûsya kiriye ku girjîya ku çêbûye bisekînene.

Çend demjimêr piştî bangê, firoka SU-22 ya hikûmeta Sûrîyê bombe berdan nêzî şervanên HSD’ê û Amerîka, di çarçoveya parstina hevkarên xwe de ew firoka bi F/A-18A Super Hornet’ê xist xwarê.

Pentagon’ê di daxuyanîya xwe dîyar kir ku armanca koalîsyonê li Îraq û Sûrîyê têkbirina DAIŞ’ê ye.

‘’Koalîsyona naxwaze bi hêzên rejîma Sûrîyê, Rûsya û komên ku piştgirîya rejîmê dikin re şer bike, lê ewê bêguman xwe û hevkarên xwe li dijî hemî gefan biparêze’’ hat nivîsîn di daxuyanî de.

XS
SM
MD
LG